Asayiş 4 karmendên radioya “Amûde FM” binçav dike

Asayişa bajarê Amûdê radîoyeke Kurdî digire û çar karmendên wê jî desteser dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa bajarê Amûdê radîoyeke Kurdî digire û çar karmendên wê jî desteser dike.

Peyamêrê K24ê li bajarê Amudê yê Rojavayê Kurdistanê ragehand , îro asayîşa bajêr bi ser radîoya “Amûde FM” de girt û  çar karmendên wê yên bi navê Ava Xano, Nûşîn Ehmed, Pêşeng Xanê û Sîpan Hac Qasim girtin.

Hewiha Peyamnêr K24ê da zanîn ku, asayîşê dest danî ser kel û pelên wê radîoyê. Herwiha rê nade kes ji wê derê nêzîk bibe.

Radîoya “Amûde FM” ku bi ser Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) ve ye, ji 10 Tebaxa 2015an ve dest bi weşanê kiriye û nûçeyên rengereng bi zimanê Kurdî diweşîne.