Diyarbekir.. Panela li ser Biryarnameyên bi Hukimê Zagonî

Baroya Diyarbekirê, li ser mijara Biryarnameyên Bi Hukimê Zagonî, li Diyarbekirê panelek li dar xist. Di panelê de li ser binpêkirina mafên mirovan ên hiqûqî gotar hatin dayîn. Panela ku bi serokatiya Serokê Baroya Diyarbekirê Ahmet Ozmen hat birêvebirin, ji aliyê bi dehan parêzeran ve hat şopandin.

K24 – Diyarbekir  

Baroya Diyarbekirê, di 16.11.2016’an de panela bi navê ‘Rejîma Rewşa Awarte û Biryarnameyên Bi Hukimê Zagonî’ li dar xist. Panelê demjimêr di 13:00’an de dest pê kir.  Doç. Dr. Metîn Gunday, Doç. Dr Kerem Altinparmak û Parêzer Aynûr Tûncel Yazgan, bi mijarên ku li ser rewşa dawîn a zagonên Tirkiyeyê amade kiribûn, ji aliyê parêzeran ve rastî eleqeyeke berbiçav hatin.

Di panelê de li ser rewşa girtin û binçavkirinên siyasetmedarên Kurd jî hat rawestandin. Di axaftinên panelîstan de hat amajekirin, ti biryarnameyên ku di rewşa awarte de hatine derxistin, pêwendiyên xwe bi hiqûqê re nîn in û piştî rewşa awarte jî li Tirkiyeyê lêgerîna mafên hiqûqî ne pêkan e.