Serokê Şaredariya Sêrtê hat girtin

Dadgehê biryara girtina Serokê Şaredariya Sêrtê yê DBPyî Tuncer Bakirhan da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgehê biryara girtina Serokê Şaredariya Sêrtê yê DBPyî Tuncer Bakirhan da.

Şaredarê bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê Tuncer Bakirhan ku ser bi Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ye, pêştir ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatibû destesekirin, îro dadgehê biryara girtina wî da.

Bakirhan bi bi tuhmeta hebûna têkiliyê bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re ji aliyê hêzên li dijî terorê ya Sêrtê ve hatibû destserkirin.

Piştî ku li dozgeriyê îfade li Tuncer Bakirhan hat wergirtin, ew bo Dadgeha Cezayê Sulhê hat şandin û li ser daxwaza dozgeriyê, dadgehê biryara girtina wî da.