Ehmed Turk: Xwe radigirin

Wezreta Navxwe yê Tirkiyê dest danî ser Şaredariyên Mêrdîn û Sêrtê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezreta Navxwe yê Tirkiyê dest danî ser Şaredariyên Mêrdîn û Sêrtê.

Wezareta Navxwe yê Tirkiyê îro danê sibê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmed Turk û Serokê Şaredariya Sêrtê Tuncer Bakirhan ji aliyê Wezreta Navxwe ve ji kar hatine dûrxistin.

Parêzgerê Mêrdînê Mustafa Yaman ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Cigîrê Parêzgerê Sêrtê Ceyhun Dilşad jî ji bo Şaredariya Sêrtê wekî qeyûm hatine danîn.

Hevserokê Şaredariya Sêrtê Tuncer Bakirhan duh piştî dadgehkirinê hatibû girtin.

Piştî biryarê ji kar dûrxistinê, Turk ji ajansa Feratê ragihand, hikûmeta AKPê û Serokomar Erdogan hewla nehêştina hemû kesekî didin, lê ew biiser nakevin. Dewleta Tirkiyê wek şêweyê 12 Îlonê û salên nodî ji sedsala borî dest bê êrîşan kiriye, lê biser nakevin û nikarin me jinav bibin, wê demê çawa teslîm nebûn, niha jî teslîm nabin û xwe radigirin.

Herwiha piştî derketina biryara ji kar dûrxistinê, polîsa Tirkiyê bi zirîpoşan avahiya Şaredariya Mêrdînê dorpêç kir û çûnûhatin bo Şaredariyê qedexe kir.

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmed Turk di hilbijartina 30 Adara 2014an li ser lîsta Partiya Herêmên Dermokratîk (DBP) wek Hevşaredarê Mêrdînê hat hilbijartin.

  • 2 Tîrmeha 1942an li Dêrikê ya Parêzgarê Mêrdînê jidayik bûye.
  • 17 Tebaxê 2005 heta 3 Tîrmeha 2007an Serokê Partiya Komela Demokratîk bûye.
  • 6 xulan (1973, 1977, 1987, 1991,2007, 2011) Parlementer bû.
  • 1973 – 1974 Endamê Partiya Demokrat bû.
  • 1974 – 1980 Endamê Partiya Gel a Komarî (CHP) bû
  • 1987 – 1994 Endamê Partiya Gelperwer a Sosyal Demokratîk bû.
  • 2005 – 2009 Endamê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bû.