Helwesta Donald Trump derbarê Kurdan dê çibe

Serkeftina kandîdê Komarî Donald Trump di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, gelek pirs derbarê rewşa Rojhilata Navîn û bi taybetî rewşa Sûriyê de li paş xwe hiştin. Traump ku di 20 meha Çileyê sala bê de bi şêweyekî fermî li koşka spî cih bigre, ta niha ti daxuyanî derbarê çarenivîsa Serokê Sûriyê Beşar Esed û şerê li deverê nedane, ev yek jî dibe cihê dilgiranî û metirsiyê li cem endamên Îtîlafa dijberiya Sûriyê.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Di kampîna hilbijartinê de, Trump da zanîn ku, projeyên wî li Rojhilata Navîn û Sûriyê dê şerê terorê be û di vê mijarê de dibêje ku, Serokê Sûriyê kesekî xerab e, lê dizane terorîstan bikuje.

Sebaretî opozosyona Sûriyê ku Amerîka ta radeyekê piştgirya wê dike. Trump dibêje ku, ew kesin nenas in û eger e di paşerojê de hevalbendên DAIŞê bin, heger Amerîka dijberiya rêjîma Sûriyê bike, divê bi Îran û Rûsiyê re jî şer bike.

Li gorî  hin endamên Desteya Hevahengiya Niştimanî ya li Sûriyê giring e ji Amerîkayê re ku  berjewendiyên xwe li deverê biparêze.

Li gorî hin çavdêrên siyasî dibînin ku, serokê nû yê Amerîkayê naxwaze ezmûna Lîbiya û Iraqê li sûriyê dubare bibe. Ji ber vê yekê pêşbîn e Amerîka têkilyên xwe bi Îran û Rûsiyê re xurtir bike, nemaze ku programê atonomî li cem herdu dewletan heye.

Pirsa herî giring dimîne, gelo di paşerojê de helwesta Amerîka derbarê Kurdan dê çibe, nemaze ku Pêşmerge û YPG li Îraq û Sûriyê şerê DAIŞê û grûpên radîkal dikin.