Wênegirekî K24ê li Mûsilê birîndar bû

Kamîremanê K24ê li bajarê Mûsilê di dema romalkirinê de birîndar bû û bo nexweşxaneya firyadê ya Rojhilatê Hewlêrê hat veguhastin.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Kamîremanê K24ê li bajarê Mûsilê di dema romalkirinê de birîndar bû û bo nexweşxaneya firyadê ya  Rojhilatê Hewlêrê hat veguhastin.

Kemîremanê K24ê Mihemed Helebceyî di dema romalkirina şerê Mûsilê li taxa Tehrîr ya wî bajarî ji ber şer û pevçûnên di navbera hêzên Iraqî û çekdarên DAIŞê birîndar bû.

Helebceyî ji aliyê tîmên tenduristî yên leşkerî ve çareseriya destpêkê wergirt, xweşbextane jî niha rewşa wî ya tenduristî cîgir e û vegerî nexweşxaneya firyaDê ya Rojvayê Hewlêrê û di bin çavdêriya tenduristî de ye.

Ji destpêka operesyona Mûsilê ve, Mihemed Helebceyî yek ji Kamîremanên K24ê yên çalak bû. Bi mebesta gihandina nûtirîn wêneyên eniyên şer jî, bi berdewamî bi hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî re li çeperên şer bû.

Tevahiya tîmên K24ê mil bi milên hêza Pêşmerge û niha jî bi hêzên Iraqî re diçine eniyên şer û gelek caran bo gihandina rewşa çeperên şer û pêşveçûnan, jiyanên wan dikeve metirsiyan.