Parêzerên Hevserokên HDP'ê serî li Dadgeha Destûrê dan

Parêzerên Hevserokên HDP'ê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, bi daxwaza serbest berdana wan serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzerên Hevserokên HDP'ê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, bi daxwaza serbest berdana wan serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dan.

Piştî ku Dadgeha Cezaya Giran, serlêdana serbestberdana Demîrtaş û Yuksekdag red kir, şandek ku ji parlamenterên HDP'ê û hiqûqnasan pêk dihat, îro serî li Dadgeha Destûrê dan.

Wek qonaxa dawî ya hiqûqa navxweyî ya Tirkiyê, Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, serlêdanên ferdî di warê pîvanên hiqûqî de dinirxîne û di nav demeke kurt de biryar dide.

Demîrtaş û Yuksekdag, tevî 8 parlamentarên HDP'ê, 4'ê mijdarê hatibûn girtin.

Li aliyê din Dadgeha Cezaya Giran ya Rihayê bi tometa endamtiya rêxistina terorê, biryar da ku Dîlek Ocalan parlamentera Rihayê bi darê zorê bibin dadgehê ku îfadeya xwe bide.