Erdoga:Siyaseta Amerîkayê ez bê hêvîkirime
K24-Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li ser pêwendiyên wan û Amerîkayê axifî û got ku, Siyaseta Amerîkayê hêviyên wî şikênandiye.
Erdogan ji bernameya 60 xûlek a televîzyona CBSê re ragihand ko siyaseta Serokê Amerikayê Obama ya derbarê Suriyeyê de bûye cihê nerazîbûnê û ewlekariya sînorên başûrê Tirkiyeyê xistiye nav gef û xetereyan.
Erdogan got Obama û cigîrê wî Biden li ser qrîza Suriyeyê ne cidî bûn û ev yek wan dilgiran kiriye. Erdogan herwiha diyar kir ko radestnekirina Fetullah Gûlen a ji bo Tirkiyeyê xelkê xelkê wan gelek nerazî dike.
Di demên dawî de pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê nebaş bûn û daxûyaniyên dijî hev dihat dayîn.