Pêwendiya K24ê bi 3 rojnamevanên wê re li Lîbyayê hatiye birîn

Ev tîma K24ê bi hemahingî ligel balyozê Lîbiya li Bexda û bi awayekî ferî çûbûne Lîbyayê.

K24-Navenda nûçeyan

Pêwendiya Kurdistan24ê bi 3ê rojnemevanên xwe Huner Ehmed, wênegir Ehmed Dilşad û Bilind Elî hatiye birîn, ku bi erkekî rojnamegerî bo ji bernameya "Peyamnêrên Bêsînor" li Lîbyayê bûn.

Ev tîma K24ê bi hevahengî ligel Balyozê Lîbiya ya li Bexdayê û bi awayekî fermî çûbû Lîbyayê.

Rêveberiya K24ê di hewlên xwe de bo zanîna cihê wan rojnamevanan û çarenivîsa wan li gel balyozê Lîbiya li Bexdayê  berdewam e.

berî niha tîma K24ê bo amadekirina bernameya "Peyamnêrên Bêsînor" çûbû bajarê Heleb û Mûsilê jî.

Heta niha Rêveberiya K24ê tekez nekiriye ku, ev her sê rojnamevan ji aliyê grûpên çekdar ve hatibin revandin, yan ji aliyê hikûmeta Lîbyayê ve hatibin desteserkirin.

ji aliyê xwe Rewangeha Iraqî bo Azadiya rojnamegeriyê di daxuyaniyekê de ragehandibû ku, pêwendî bi 4 rojnamevanên Iraqî re li Lîbyayê hatiye birîn û çarenivîsa wan ne diyar e.

Herwiha heta niha ji aliyê Lîbyayê ve ti daxuyanî derbarê vê pirsê denehatine ragehandin.