Li Mêrdînê 31 DBPyî hatin biçavkirin

Li Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê 20 endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê 31 endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin girtin.

Bi fermana Serdozgeriya Mêrdînê, îro çend operesyon li Mêrdîn û bajarokên derdorê birêve çûn û armanc jî binçavkirina endam û alîgirên Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) bûn.

Di encama wan operesyonan de 31 endamên DBP hatibûn binçavkirin, ku çend berpirsên wê partiyê jî di nava bûn.

Hat zanîn ku, piştî binçavkirinê û bi mebesta pişknîna tenduristî bo neweşxane hatin veguhastin û piştre bo lêkolînê bo Rêveberiya Asayişê hatin veguhastin.

Herwiha hejmareke din ku ew jî 31 kes bûn û ji destpêka vê mehê de hatibûn binçavkirin çûne pêş dadgehê, 20 kes hatin girtin, ku Serokê Rêxistina Mêrdînê ya DBPê jî di nava wan de bû.

11 kesên din jî azad hatin berdan.