Erdogan: Di navbera serokatî û serokkomariyê de cudahî nîne

Ev daxuyaniya Erdogan rê li ber nîqaşeke din vekir.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

 Erdogan berê digot serokatî, lê niha ev yek guherî û diyar kir ku di navbeyna serokatî û serokkomariyê de ferq nîn e. Gelo ev yek guherîneke yan jî bi rastî di navbeya her du pergalan de ferqek tuneye? AK Partî û CHP vê rûdanê çawa dinirxîne û HDP li kîjan rexê vê nîqaşê radiweste?

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê reşnîvîsa yaseyî ya ku, ji aliyê AK Partiyê ve bo MHPê hate pêşniyarkirin û ew nîqaşên li ser pergala serokatî û serokomariyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê zelal kir.

Erdogan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, di wê xebata ku hatiye kirin de ji bo wî tû ferqî nîn e di navbeyna serokatî yan jî serokkomariyê de. Vê daxuyaniya Erdogan rê li ber nîqaşeke din vekir. Îcar pirsa "heta niha Erdogan serokatî dixwest, vê gavê çima ji ser vê gotina xwe vegeriya ser pergala serokkomariyê" derkete pêş. Gelo li gorî reşnivîsa ku hatiye amedekirin herdu pergal bûne wekî hev? Li ser vê mijara ku wê di salên pêde çaresûna Tirkiyê bigûherîne parlamenterên AK Partî, CHP û HDPê bÎr û boçûnên xwe ji Kurdistan 24ê re rave kirin.Parlamenterê CHPê Musa Sari diyar kir ku, beri niha bi demek kin MHPê gotiye komar diçe tenê serok dimîne, navê pergalê wek serokkomarî bê hiştin wê çibe? Piştî vê daxuyaniyê sererastkirna nû hatiye kirin û Erdogan jî wekî ku haya wî ji vê pêşniyarê nîn e tevdigere û dibêje bo min ferq nake ha serokatî ha jî serokkomarî.

Parlamenterê CHPê Muslum Sari  wiha got:"Modeleke Seokkomariyê nîn e, bi awayekî fiîlî navê wê pergala serokatiyê ye. Ji bo propagandaya MHPê navê wê wisa hatiye hiştin. Ev şanoyeke û lîstikeke. Ev ne serokkamariya bi partî yan jî nîv serokatî, pergala tam ya serokatiyê ye. Em li pişta bihêzkirina pergala parlamenteriyê ne. Ger ev pêşniyar biçe refarandûmê jî ew ê li dij rawestin."

Endamê Lijneya Birêvebirinê ya Navendî ya HDPê û parlamenterê berê Alî Kenanoglu jî ragihand ku ev pêşniyar ne ya tevahiya Tirkiyê ye, di nava wê pergala nû de pirrengîbûn û pirdengîbûn nîn e, yek ziman û yek netew serdeste, loma ew ê piştevaniya wê nekin û polîtîkaya xwe ya heta niha jî piparêzin.

Endamê Lijneya Rêvebirana Navendî HDP Alî Kenanoglu wiha axifî:

"Ev pergala nû ne nîvserokatî an jî ya serokkomariyê ye, modela Recep Tayyîp Erdogan ya serokatiyê ya dilê wî ye. Di nava vê paketê de demokrasî, pirengiya baweriyan û azadiya nasnameyan nîn e. Ji takekesiyêyanî ji Erdogan pêştir tiştek nîn e. Ev pakêt nabe bersiva kêşeyên li Tirkiyê. Evqas zilm û zordariya ku li ser me jî tê meşandin ji ber vê yekê ye ku me ji roja pêşî de gotibû "em ê te nekin serok."

Parlamenterê AK Partiyê Abûbekîr Bal jî beravajî CHP û HDPê diyar kir ji ber ku naveroka wê pêşniyarê ne diyare kî çi bibêje wê ne dirûst be.

Parlamenterê AK Partiyê Ebûbekîr Bal wiha got:

"Divê kes li ser reşnivîseke ku hîna naveroka wê ne diyare, şîroveyan neke. Ka di nava reşnivîsê de çi heye çi nîn e? Ev giring e. Di nava çend rojan de wê naveroka wê bê diyarkirin hingî em ê karibin li ser bi berfirehî biaxivin."

Her çiqas ji niha ve nîqaşa navê pergalê bê kirin jî û CHP bibêje ev gav gava guherandina rejimê ye jî, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bi awayekî eşkere diyar kir ku, nîqaşên li ser rejimê di sala 1923an de bi dawî bûne, gel komar erê kiriye. Ya ku ew dikin guherandina pergala hikûmet û rêveberiyê ye.

Bi pergala serokatiyê re wê ew serdema koalisyonan asê bibe. CHP ji nihave ketiye taya ku dê hew karibe bibe şirêkê hikûmetekê.Pispor jî di nirxandinên xwe de radigihînin ku pêwist e nîqaşa serokatiyê li ser kesan neyê kirin ev yek xetereyan dihûndirîne û encameke erênî jê dernakeve. Diyar e wê ev nîqaşa pergalê li Tirkiyê hê demek dirêj berdewam bike.