Heşda Şeibî navê firokxaneya Tileferê diguhêre

Heşda Şeibî navê firokxaneya leşkerî ya Tileferê diguhêre û li çend navçeyên din bipêş dikeve.

K24 – Navenda Nûçeyan

Heşda Şeibî navê firokxaneya leşkerî ya Tileferê diguhêre û li çend navçeyên din bipêş dikeve.

Berdevkê Heşda Şeibî Ehmed Esedî di daxuyaniyekê de ragihand, ketîbeya Babîlon (Çekdarên Xiristiyanî) û hêzên deşta Neynewayê (Kurdên Şebek) bi hevahengî bi artêşa Iraqê li navçeyên deşta Neynewayê (Elî Reş û Omeran) rizgar kirin.

Esedî got: “Pêşketinên ketîbeya Babîlon, di nava Heşda Şeibî de ye, li navçeya El-Xidir berdewam e û kenîseya Dêr Behnamyan ku mezintirîn kenîseya wê navçê ye rizgar kir û xaça sor jî li ser kenîsê bilind kir.”

Herwiha Esedî amaje bi wê yekê kir ku, Heşda Şeibî mezargeha Zên El-Abidîn kontrol kir.

Ji aliyekî din ve, Heşda Şeibî wêneyên lêdana tunêl û otombîleke bombebarkirî li nava firokxaneya Tileferê belav kir û navê wê firokxaneyê guhart û kir “Firokxaneya Şehîd Casim Şeber”

Heşda Şeibî di hefteya borî ve kontrolkirina firokxaneya Tileferê ragihand. DAIŞê jî wêneyên çekdarên xwe li nava wê firokxaneyê belav kir, lê çareke din Heşda Şeibî wêneyên kontrolkirina firokxaneyê belav kir.