Aldar Xelîl:Êrîşên Tirkiyê li ser Minbicê nîşana wefdariya wê ji DAIŞê re ye
K24-Navenda Nûçeyan
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) aldar Xalîl derbarê toparankirina Tirkiyê ji Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê ragehand ku, ew êrîşa nîşana wefadariya Tirkiyê ji DAIŞê re ye.
Derbarê êrîşên firokeyên Tirkiyê li see bajarokê Minbicê berî du rojan Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) aldar Xalîl li ser malpera xwe ya Tiwîterê daxuyaniyek belav kirbû, tê de ragehandibû ku, ew êrîşa nîşana wefadariya Tirkiyê ji DAIŞê re ye.
Xelîl da zanîn ku, DAIŞê di rojên xwe yên dawî yê de dijî û li Rojava tûne dibe, hevpeymana wê Tirkiyê jî wê di gola heriya zivistana Rojava de bixeniqe.
Berî du rojan firokeyên Tirkiyê Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê topbaran kiribûn, di encam de şervanek hatibû kuştin û du birîndarbûbûn.