Hewlêr beşdarî Konferansa Cîhanî ya Şaredariyan dibe

Şandeke Parêzgeha Hewlêrê bi serpereştiya Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî beşdarî Konferansa Cîhanî ya Şaredariyan li Parîsê bû.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Parêzgeha Hewlêrê bi serpereştiya Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî beşdarî Konferansa Cîhanî ya Şaredariyan li Parîsê bû.

Di gotarekê de Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ragihand û got: “Master planeke me derbarê geşekirin û zêdekirina xizmeta bajarê me heye. Projeya me bo fêrkarî, geştûkal û keskirina bajêr. Bajarê me karî bibe navendeka karguzarî û bazirganî li Iraqê.”

Herwiha Hadî got: “lê piştî sala 2014an û rûbirûbûyî çendîn pirsgirêk bûne, hatina zêdetirî 30 hezar penaberên Sûrî ji sînorê bajarê me re, ji bilî şerê DAIŞê ku zêdetir ji 20 hezar malbat ji başûr û navîna Iraqê hatin Hewlêrê.”