Mislim: Biryar ne ji dadgeheke azad ve derketiye

Hikûmeta Tirkiyê fermana girtina hejmarek serkirdeyên PKKê da û ji ber teqîna Enqerê jî fermana girtina Hevserikê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim da. Mislim jî dibêje: “Her Kurdê mafê xwe bixwaze, di nêrîna wan de terrorist in.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê fermana girtina hejmarek serkirdeyên PKKê da û ji ber teqîna Enqerê jî fermana girtina Hevserikê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim da. Mislim jî dibêje: “Her Kurdê mafê xwe bixwaze, di nêrîna wan de terrorist in.”

Di vê derbarê de Hevserokê PYDê Salih Mislim ji K24ê re ragihand û got: “Ev biryara girtina min, ne ji dadgeheke azad ve derketiye. Niha dîktatoriyet li Tirkiyê dimeşe. Kesek biryarê dide û hemû dadgeh jî di bin desthilata wî de ne.”

Mislim got: “Ev tuhmetên derbarê min de ne rast in. Teqîna ku li Enqerê çê bûye, me jî di wê demê de hem şermezar kir û hem me got ti pêwendiya me pê ve nîne.”

Mislim got: “Em şer li dijî DAIŞê li Reqa û devera Şehba dikin, Tirkiye jî ji vê yekê ne razî ye, loma dixwaze tevliheviyê çê bike.”

Derbarê pirsa ku Tirkiyê bi vê biryarê derbasê Rojavayê Kurdistanê bibe de, Mislim got: “Jixwe Tirkiyê bi çek û tankên xwe derbasî Rojava bûye û dagîrker kiriye.”

Mislim got: “Ez ne welatiyekî Tirkeyî me û ti mafekî Tirkiyê tune ye ku vê biryarê li ser min bide. Ez Sûrî me û Kurd im û berjewendiyên gelê xwe diparêzim.”

Derbarê pevgirêdana Mislim û PYDê bi PKKê ve, Mislim got: “Her kesê mafê Kurdan bixweze, Tirkiye wan bi PKKê ve girê dide. Her Kurdê mafê xwe bixwaze, di nêrîna wan de ew terrorist in, lê cîhan dibîne û pîvanên wê hene, ku tiştê ku Tirkiyê dibêje, ne rast in.”