Li Wan 2 erdhejên dijwar rû dan

Îro bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi 2 erdhejên dijwar hejiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi 2 erdhejên dijwar hejiya.

Erdhêja yekem li navçeya Qelqeliyê bi dijwariya 4.1an de rû da.  Ya duyemîn jî li navçeya Payîzavayê bi dijwariya 4.6an de rû da.

Di encama her du erdhêjan de ti kes nemir û birîndar nebû. Lêbelê nav civakê de bû sedema tirseke mezin.

Di 23ê Cotmeha sala 2011an de li bajarê Wanê navçeya Erdîşê erdhêjek bi dijwariya 7.2an de rû dabû û 604 kesan canê xwe ji dest dabûn û hezaran kes birîndar bûbûn.