Qamişlo.. Dadmendî girêdayî aliyên siyasî ne

Dadmendî di Rojavayê Kurdistanê de roleke xwe ya sereke heye, lê hin parêzer dibînin ku, dadmendiya Rêveberiya Xweser bi hin aliyên siyasî ve girêdayî ye. Alîgirên rêveberiyê ji aliyê xwe ve dibînin ku ti cudahiyê naxin navbera ti hêzên siyasî de.

K24 – Qamişlo  

Dadmendî di Rojavayê Kurdistanê de roleke xwe ya sereke heye, lê hin parêzer dibînin ku, dadmendiya Rêveberiya Xweser bi hin aliyên siyasî ve girêdayî ye. Alîgirên rêveberiyê ji aliyê xwe ve dibînin ku ti cudahiyê naxin navbera ti hêzên siyasî de.

Dezgeha dadmendiyê a bi ser Rêveberiya Xweser ve, yek ji dezgehên sereke ne di Rojavayê Kurdistanê de ku di riya wê re bi dehan arîşe û dozên welatiyan têne şopandin û çareser kirin, lê ta niha biryar û darezandinên wê li cem beşekî ji parêzer û civakê cihê gûmanê ne, ku ne bi awayekî yasayî têne standin, lê belê li ser bingehên cudahiya siyasî karê dadmendiyê birêve diçe.

Hin parêzer amaje dikin ku, bi mehan xelk di girtîgehan de dimînin, bêyî ku ti lêpirsîn bi wan re bê kirin, yan jî ji bo dadgehê bêne veguhestin, ev yek tê wê wateyê ku saziyên Rêveberiya Xweser bi xwe rêzê ji zagonên xwe re nagirin.

Li gorî zagonên dadweriyê, nabe ti kes bêyî muhleta dozgeriyê bête desteserkirin, lê derbarê girtiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê berpirsên dadgehê didin zanîn ku, girtina wan di çarçoveyeke ewlehî de hatiye û ne ji mafê dadgehê ye destwerdanê di karê dezgehên ewlehiyê de bike.

Berpirsên damendiya civakî a Cezîrê tekez dikin jî, ku her kes li gorî yasa û zagonên fermî yê Rêveberiya Xweser têne dadkirin û bi heman pîvanê nêzîkî hemû aliyên siyasî dibin.

Li gorî zagonên Rêveberiya Xweser, nabe ti kes zêdetir ji 21 rojan li cem hêzên ewlehiyê bimîne, bêyî ku ji bo dadgehê bête veguhestin û di dema ku berpirsên dadmendiyê tekez dikin ku, ti cudahî di cîbecîkirina zagonan de li cem wan tune ye, hin endam û serkirdên ENKS'ê ji beriya nêzî 3 mehan ve bê dadkirin di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ne, ev yek pisporî û serbixwebûna dadmendiyê di Rojavayê Kurdistanê de li cem raya giştî di gûmanê de dihêle.