Li Hesekê koçber bi mehan li çolê dimînin

Rojane bi sedan koçberên Sûrî û Îraqî yên ku ji ber zordarîya DAIŞê reviyane, ku hejmarek mezin ji jin, nexweş û zarokan di nav wan de hene, berê xwe didin devera Ricim Slêbî ku li ser xêza eniya şer dekeve ya di navbera DAIŞ û YPGê de. Lê ji ber sedemên ewlehî û gûmanên endamtiya DAIŞê, derbasbûna wan bo axa Rojavayê Kurdistanê ne bi hêviyeke hêsan e.

K24 – Heseke

Kalemêrê bi nave Raxib dibêje ku, ew ji heyama 36 rojan ve li vê deştê kêferatê dike û  ji ber krîza gurçekan xwîna wî zûha bûye û dibêje: “Ez nexweş im. Ev mehek û 6 roj in, ez di kurtekê de dinivim. Berê 2 caran celtayê li min dayê. Ez dixwaz im ji vir derkev im. Niha xwîn ji gurçeka min tê.’’

Beşek ji Koçberan dema ku kon bi dest wan nakevin, di van kurtekan de lê vê Beyabanê bê kehrebe dijîn. Pîrejinek dibêje ku li vê çola rût ew pir caran tî û birçî mane û ji ber sermê wan gor ji xwe re kolane ta ku zarokên xwe ji mirnê biparêzin.

Koçber Nezîha ji K24ê re got: “Ev tirb ya me ye, ji me re gotin hûn çi dikin, me got em gora xwe bi destê xwe dikolin. Em ji serma mirin. Zarokên me jî di nav van tirban de astengiyan dikşînin.’’