Li 9 gundên Licê qedexe hat ragehandin

Li 9 gundên navçeya Licê ya Diyarbekirê qedexeya derketina derve hat ragehandin. Artêşa Tirkiyê li deverê dest bi operasyonê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 9 gundên navçeya Licê ya Diyarbekirê qedexeya derketina derve hat ragehandin. Artêşa Tirkiyê li deverê dest bi operasyonê kir.

Parêzgariya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke nivîskî ragehand, li gundên devera Pêşî Kevir û gundên Dêrxust û Sîsê tevgera gerîlayên PKK û berpirsên mezin hatiye dîtin û bi armanca bêbandorkirina wan û hevkarên wan, operasyon hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin, qedexeya derketina derve demjimêr 5.00'ê vê sibê destpê kiriye û heta fermaneke din dê berdewam bike.