Mesûd Barzanî: Ji navçeyên berî şerê Mûsilê venakişin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinekê ligel kenala “BBC Farisî” ku biryar e roja sêşema bê 29 Mijdarê bê weşandin, derbarê çend pirsên girîng bi opersyona Mûsil, mana Pêşmerge li navçeyên rizgarkirî yên parêzgeha Neynewê û şerê DAIŞê bi giştî bersivand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinekê ligel kenala “BBC Farisî” ku biryar e roja sêşema bê 29 Mijdarê bê weşandin, derbarê çend pirsên girîng bi opersyona Mûsil, mana Pêşmerge li navçeyên rizgarkirî yên parêzgeha Neynewê û şerê DAIŞê bi giştî bersivand.

Di wê hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “Şerê Mûsilê li gor plana ku hatiye danan dest pê kir û gelek bi serkeftin birêve diçe. Herwiha qonaxa yekem û duyem serkeftî bûn. her wek me pêşbînî kiriye, ku operesyona ne asan e. heta niha ew operesyon gihêştine encamên xwe, lê bi nêzîkbûna ji navçeyên ku welatiyên sivîl tê de niştecî ne, operesyon bi wiryayî birêve diçe.”

Derbarê rola Pêşmerge di operesyonê de, bi taybet piştî rizgarkirina bajarê Mûsilê û beşek ji navçeyên din de, Barzanî ragihand: “Li gor plana rizgarkirina Mûsilê, qonaxa yekem ya operesyonê ji aliyê Pêşmerge ve dest pê kir û ermanc jî ew bû, ku hêla yekem ya bergîriya DAIŞê bişkîne, bi serkeftin jî ew qonax bidawî bû.”

“Di qonaxa duyem de, rola sereke ya artêşa Iraqê bû, lê nayê wateya dawîhatina êrîşên DAIŞê, her hêza Pêşmerge di çeperan de amade ne, bo rûbirûbûna êrîşên DAIŞê.”

“Ew hêla bergîriyê ya ku Pêşmerge berî destpêkirina operesyona Mûsilê di 17 Cotmehê de tê de bûn, bi ti awayekî ne cihê guftûgo û gengeşeyê ne û Pêşmerge ji wan navçeyan venakişe.”

“Tenê ew navçeyên ku piştî 17 Cotmehê û destpêkirina operesyona Mûsilê û gundên Xiristiyaniyan, Tirkmenan û Ereban yên ji aliyê Pêşmerge ve hatine rizgarkirin, cihê guftûgoyê ne. Rêkeftin ew e ku dema gihêştin wê armancê, ku ew navçe pêwîstiya wan bi parastinê nema û xelkê karî xwe biparêzin, wê demê vedikişin, ne tenê em, lê artêşa Iraqê jî bi heman şêweyê.”

Pêşkêşkara hevdîtinê derbarê mana Pêşmerge li bajarê Kerkûkê û Şingalê de ji Barzanî pirs kir: Ew gotina te tê wateya ku hûn li Kerkûk û Şongalê dimînin?

Serokê Herêma Kurdistanê bi zelalî bersiv da û ragihand: “Bi dilniyayî dimînin û li ser wê jî rêkeftine, ji ber ku ew hêla bergîriyê ya Pêşmerge ye.”

Derbarê raporteke rêxistina mafê mirovan, ku hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê bi wêrankirina xaniyên Ereban tuhmetbar dike û hin gilî derbarê derkirina Ereban hatine belav kirin de, kanelê ji Barzanî pirs kir: Erebên ji navçê hatine derkirin, yan ew pirs çawa ye?

Barzanî bersiv da û got: “Mixabin ew raporteke ne dadwerane bûye û dûrî rastiyê ye. Herêma Kurdistanê mêvandariya yek milyon û nîv koçberên Ereb kiriye, ne tenê ji Iraqê lê ji navçeyên din jî. Çawa dikarin qebûl bikin xelkê Kurdistanê wê hejmara mezin ji Ereban werbigire û di heman demê de bi wêrankirina xanî û gundên Ereban bên tuhmetbarkirin. Ew cihên ku jinav çûne, rûniştvanên wê alîkariya DAIŞê kirine.”

Derbarê hebûna hêzên artêşa Tirkiyê li ser xaka Iraqê de, pirs ji Barzanî hate kirin: Tê gotin ku cenabê te rê daye hêzên Tirkiyê? Barzanî got: “Ne girîng e xelk çi dibêje, rastî li ser erdê tiştekî din e. dema DAIŞê êrîşî ser navçeyên Kurdistanê kir, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dest bi parastina wan navçeyan kir û çendîn binkeyên perwerdeyê bo hêzên Pêşmerge ava kirin. Hevdem Tirkiyê jî du binkeyên perwerdeyê bo hêza polîs û ewlehiyê yên ji Mûsilê reviya bûn, ava kirin.”

“Herwiha binkeya perwerdeyê bo perwerdekirina xwebexşên Mûsilê jî ava kir. Her di wê demê de efserên Tirkiyê li wan binkeyan bûn, piştre tenê bo parastina hêzên xwe, hêzine din anî, ev yek jî hemû bi rêkeftin bi Bexdayê re bû. Lê hin alî ew pirs mezin kirin.”

Pirs: Herwiha derbarê rola Îranê di şerê li dijî DAIŞê çawa dibînin?

Barzanî got: “Îran her ji destpêka şerê DAIŞê de çek û teqemenî şande Herêma Kurdistanê, ji ber wê spasiya wê dikin, her wek çawa spasiya hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî û welatên din dikin, lê niha dixwazin pêwendiyeke asmanî bi Îranê re hebe û ti hêzeke Îranê li Herêma Kurdistanê tune ye.”

Li ser pirsa çalakiyên çekdarî yên partiyên Rojhilata Kurdistanê li Îranê, Barzanî got: “Berî her tiştekî hez dikin ku asayişa Herêma Kurdistanê û cîranên me parastî û aram bin û ti pirsgirêkên ewlehiyê tune bin. Rast e Partiya Demikrata Kurdistana Îranê li vir e, lê hêzên wan li nava Îranê jî hene. Dixwazin tekez bikim, ku bi riya şer ti armancek bidest nakeve, ji ber wê divê Komara Îslamî ya Îranê û grûpên din bi hev re guftûgoyê bikin û bi vî awayî bigihine çareseriyeke aştiyane.”

“Lê ji aliyekî din ve dibêjim, ez ne berpirsekî siyasî yê partiyeke din im û nikarim nêrîna xwe li wan bisepînim.”

Biryar e kenala “BBC Farisî” roja sêşemê 29 vê mehê vê hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re belav bike.