Ebadî gihêşte firokxaneya Tileferê

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi mebesta çavdêrîkirina operesyona Mûsilê, serdana firokxaneya Tileferê kir û ligel fermandarên Heşda Şeibî civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi mebesta çavdêrîkirina operesyona Mûsilê, serdana firokxaneya Tileferê kir û ligel fermandarên Heşda Şeibî civiya.

Li gor daxuyaniyeke Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê, îro Ebadî gihêşte eniyên pêşî yên şerê DAIŞê û çeperên hêzên Iraqî.

Di wê serdanê de Ebadî ligel fermandarên mîlîşaya Heşda Şeibî ya ji aliyê Îranê tê piştevanîkirin, civiya.

Ji berî hefteyekê mîlîşaya Heşda Şeibî kontrolkirina firokxaneya Tileferê ragihandibû.  

Piştî dagîrkirina Mûsilê di 10 Hizêrana 2014an ji aliyê DAIŞê ve, bi fetweya mezintirîn merceiya Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî mîlîşyay Heşda Şeibî bo parastina bajarên Şîenişîn hate damezrandin.