Şaredarê Qoserê Îsmaîl Asi hate binçavkirin
K24-Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya lêpirsîna ku, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Qoserê ve tê birêve birin Şaredarê wê navçeyê Îsmaîl Asî îro danê sibe ji aliyê polîsên dijî terorê ve hate binçavkirin.
Herwiha duh dîsa di çarçoveya heman lêpirsînê de polîsan bi ser malan û avahiya şarediyê de girtibûn û di encamê de 4 karmendên şaredariyê binçavkiribûn.