Ahmed Turk ji zindanê payamnek şand

Dewletê Bê rêzî lê kiribû.

K24-Navenda Nûçeyan 

Şaredarê bajarê mezin ê Mêrdînê Ahmed Turk di girtîgeha Stenbolê de bi rêya parêzerê xwe peyamekê dişîne.

Ehemed Tirk ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve 17ê vê mehê  ji karê hate derxistin û di 21 heman mehê hêzên ewlehî ew  girtin.

Tirk bi rêya parêzerê xwe di zindanê de peyamekê dişîne û tê de aşkere dike ku, di dema girtina wî de polîsan bêrêzî lê kirine.

Şaredarê bajarê mezin ê Mêrdînê got:” Heta niha ez bi rûmet jiyame û niha jî ez ê rûmeta xwe biparêzim.”

Li gor gotina parêzerên Ehmed Tirk li gel Hevserokê BDP, Sebahet Tuncel û parlementerên HDPê Nursel Aydogan û Nîhat Akdogan û hevserokê şaredariya mezin yê Wanê Bekir Kaya di yek zindanê dane.