Adem Geverî: Barzanî wek rêberekî Kurd dikare roleke mezin bo çareserkirina pisgirêkên Tirkiyê bilîze
K24-Navenda Nûçeyan
Parlamenterê HDP'ê Adem Geverî ji Kurdistan24're ragihand ku li Bakurê Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û bo destpêkirina proseya aştiyê daxwaza alîkariyê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî dikin. Geverî got: Barzanî serok û lîderê 4 perçeyê Kurdistanê ye loma nederveyî vê meseleyê ye.
Herwiha Geverî got jî: “Li Bakurê Kurdistanê û li ser astê hikûmeta Tirkiyê jî bawerî bi siyasetên Barzanî heye û em dixwazin Barzanî rola xwe bibîne, bo bidawîanîna şer û rewşa niha ya ku em tê de ne.”