Tundiya li ser jinan li deverên xweseriyê kêmtir bûne

Desteyên girêday mafê jinê di nav Rêveberiya Xweser tekez dikin ku, haletên tundiya dijî jinan li deverên xweseriyê kêmtir bûne. Ji alîkî din ve saziyên sîvîl amaje dikin ku destdirêjî û zora li ser jinan sivik bûye, lê hîna haletên hevjîniya keçên jêr 18 salan têne tomarkirin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo  

Desteyên  girêday mafê jinê di nav Rêveberiya Xweser tekez dikin ku, haletên tundiya dijî jinan li deverên xweseriyê kêmtir bûne. Ji alîkî din ve saziyên sîvîl amaje dikin ku destdirêjî û  zora li ser jinan sivik bûye, lê hîna haletên hevjîniya keçên jêr 18 saliyê têne tomarkirin.

Asyişa jinê li Rojavayê Kurdistranê hêzeke taybet e bi parastina jinan ji tundiya endamên malbatê û bi gaziya jinan ve diçe dema ku zordarî lê wan tê kirin. Li gor tomarnameyên hêza navhatî di çarçoveya sala 2016an de haletên kuştin, berdan û lêdana jinê li deverê kêmtir bûne, Ji ber ku saziyên Rêveberiya Xweser hejmareke yaseyên tund ji bo rawestandina tundiya li dijî jinan pesend kirine.

Ji aliyekî din ve, saziyên sîvîl ên ku di warê mafê jinê de kar dikin, di wê baweriyê de ne. ku tundî û zora li ser jinan li Rojavayê Kurdistanê sal bi sal siviktir dibe. Lê  hîna  haletên hevjînî û leşkerkirina keçên jêr 18 saliyê ve hene.

li gor endamên yekîtiya jinên Kurdistana Sûriyê pêwist e ku saziyên  civaka sîvîl girngiyeke taybet bidin  perwerde û rahênankirina jinan.

Li gor  fermana hejmar 22 ya sala 2014an, ku pêwendîdar e bi karûbarê jinê li deverên Xweseriya Demokrat û bi sîstema hevserokatiya tê birêve birin, divê wekhevî di navbera herdu regazan hebe  û mêrê ku li jina xwe bide, dê  bête desteserkirin.

Lê hin şopîner amaje dikin ku, yaseyên Rêveberiya Xweser rê nadin ku, mêr bêtirî jinekê li xwe muhr bike, ev yek jî dibe sedema ku hejmareke mezun ji jinan ji jiyana hevsergeriyê bêpar bimînin.

Bilî vê yekê di çarçoveya rêveberiyê de gelek caran jin di hin karên leşkerî de tên qorixkirin.