Karayilan:Eger êrîş li Qendîlê hat kirin ewê bersiva Tirkiyê bidin

Da zanîn ku, Tirkiyê erêniya êrîşê ji hêzên navdewletî wergirtiye.

K24-Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Rêveberiya(PKK)ê Mûrad Karayilan diyar kir ku, hêzên navnetewî bersiva erênî dane Tirkiyê ku, êrişî Qendîlê bikin.

Derbarê vê yek Endamê Komîteya Rêveberiya(PKK)ê Mûrad Karayîlan di hevdîtinekê ligel televizyonên nêzî PKKê de wiha got:"Dewleta Tirkiyê xwest biçe Mûsil û Reqayê, hêzên navnetewî ji wan re gotin rawestin.Tirkiyê ji wan re gotin ku, ez dixwaze li dijî PKKê şer bikim û PKK li Şengal û li Qendîlê ye. Hêzên navneteweyî jê re gotin, başe hûn dikarin biçin cihên ku PKK lê heye."

Mûrad Karayilan anî ziman ku, Tirkiyê ji bo êrişa li ser Qendîlê bersiva erênî wergirtiye û ragihand ku, Xuya ye bersiveke erênî ji hêzên navneteweyî wergirtine. Lê belê nikarin bi hêsanî vê bikin.

Karaylan aşkere kir ku, Tirkiyê nikare tiştekî ku bi hêsanî pêk bê bike,eger pêk bê jî, wê bersiva xwe bibînin. Ev 30 salin dixwazin vê bikin.