Bi fermana Xumeynî bi hezaran kes hatin bidavekirin

Dadgeha Bilind ya Îranê biryara zîndankirinê bo Ehmed Muntezirî derxist, ku yek ji berpirsên pilebilind yê Îranê di salên 80yan ya sedsala borî de bû. Ew jî ji ber belavkirina çend tomarên deng yê bavê xwe Hisên Muntezirî ku Cîgirê Ayetulah Xumeynî bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Malpera fermî ya Hisên Elî Muntezirî belav kir, dadgeha Bilind ya taybet bi mirovên olî li bajarê Qum, bi tuhmeta xistina metirsiyê li ser asayişa netewî û aşkerekirina tomara deng ya nehênî û propagendeyên li dijî Komara Islamî ya Îranê, biryara zîndanîkirina 21 salan û standina kincên melatiyê ji Ehmend Muntezirî re derxist.

Lê dadgehê hin sedemên sivikirina cezayê danan û tenê 6 sal zîndan jê re xwast, ew jî ji ber ku temenê wî 60 sal derbas kiriye û birayekî wî di êrîşa ”Mucahidîn Xelq” hatiye kuştin.

Di meha Tebaxa borî de, Ehmed Muntezirî tomareke dengî ya 40 xulekî belav kir, ku tê de bi fermana Ayetula Xumeynî bi hezaran endamên “Mucahidîn Xelq” di sala 1988an de hatin bidarvekirin.

Hejmara ewên ku bi fermana Xumeynî hatine bidarvekirin ne tekezkirî ne, ku ji 5 hezar û heta 30 hezar kes in, ew hilmet li dijî grûpa “Mucahidîn Xelq” bûye û ji aliyê şoreşa îslamî ya Îranê ve bi tuhmeta xiyanetê hatin bidarvekirin.