Salek di ser kuştina Tahîr Elçî re derbas bû

Tahîr Elçî , Serokê Baroya Diyarbekirê beriya niha salekî li ber lingên Minareya Çar Ling a dîrokî di encama şer û pevçûnan de gulle ji serê xwe xwar û jiyana xwe ji dest da. Dema Tahîr Elçî canê xwe ji dest daye, li navçeya Sûrê û li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê kolandina xendeqan û operasyonên dewletê hebûn.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Tahîr Elçî , Serokê Baroya Diyarbekirê beriya niha salekî li ber lingên Minareya Çarlingê a dîrokî di encama şer û pevçûnan de gulle ji serê xwe xwar û jiyana xwe ji dest da. Dema Tahîr Elçî canê xwe ji dest daye, li navçeya Sûrê û li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê kolandina xendeqan û operasyonên dewletê hebûn.

Hevalê Tahîr Elçî, Sebahattîn Korkmaz amaje dike ku Tahîr Elçî di nava qaosa Bakurê Kurdistanê de bû qurbaniyek û got: “Gelek xort û keçên kurdan wek Tahîr Elçî ku bê sûc û bê guneh bûn hatin kuştin. Ev hemû di nava siyaseta xendeqan de bûn qurbanî.”

Ji ser kuştina Tahîr Elçî salek derbas bû, lê hîn jî di derbarê roja kuştina Tahîr Elçî de gelek pirsên ku bêbersiv mane hene. Gelo wê rojê li der dorê tedbîrên ewlekariyê de kêmasî hebûn yan na.

Parêzerê Baroya Diyarbekirê Aydin Altaç amaje dike, pêwîst bû ku wê rojê tedbîrên ewlekariya bihatana xurtkirin. Altaç ji K24ê re got: “Gerek tedbîrên ewlekariyê bihatana sitandin. Ev kêmasiyeke mezin e. Mixabin me wî winda kir. Hêviya me ew e ku di nava me de Tahîr Elçî zêdetir bibin.”

Baroya Diyarbekirê da zanîn ku, dê di salvegera koça dawî ya Tahîr Elçî de gelek çalakiyên cûda wek konferans, pêşangeh û nîşandana bekgefîlman were lidarxistin.