Mislim: Tirkiyê alîkariya min xwast
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim eşkere dike ku, partiya wî û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) roleke giring hebû di alîkarîkirina operasyona artêşa Tirkiyê de ji bo veguhastina termê Silêman Şah ji Qereqozaxa Rojavayê Kurdistanê ji bo Tirkiyê.
Mislim di hevpeyvînekê bi malperê “Monîtor” yê Îngilîzî de dibêje, alîkarê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ferîdûn Sînîrlîoglu haydarî hemû proseya veguhastina termê Silêman Şah bûye. Herwiha Sînîrlîoglu jî ew haydar kiriye ku, li dema veguhastinê digel berpirsên kobanê di pêwendiyê de be. Heger leşkerên Tirk rastî her pirsgirêkekê bûn, pêwîst e Salih Mislim alîkar be, ji bo operasyon bi serkeftî bidawî bibe.
Hevserokê PYDê dibêje, di dema operasyonê de ew li Stenbolê bûye û hin caran rayedarên Tirkiyê pêwendî bi wî kirine, ji bo alîkariya leşkerên Tirkiyê di wê operasyonê de û piştî operasyonê jî rayedarên Tirkiyê pêwendî bi wî kirine û spasiya wî kirine.
Berî hefteyekê, Hikûmeta Tirkiyê fermana girtina Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim da.