ji parlamenterekî HDP'ê re 40 sal zîndan tê xwastin

Serdozgeriya Komarê ya Wanê, jibo Parlamenterê HDP'ê Lezgîn Botan 40 sal cezaya zindanê xwest. Her wiha, serdozgeriya Îzmîrê jî derbarê 3 parlamenterên HDP'ê de dozên nû vekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Komarê ya Wanê, jibo Parlamenterê HDP'ê Lezgîn Botan 40 sal cezaya zindanê xwest. Her wiha, serdozgeriya Îzmîrê jî derbarê 3 parlamenterên HDP'ê de dozên nû vekirin.

Ji bo Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, bi tometa ku di axaftinên xwe de pesnên PKKê kirine, heta 40 salan cezaya zîndankirinê tê xwestin.

Her wiha serdozgeriya Îzmîrê jî, derbarê Hevseroka HDP Fîgen Yuksekdag, Parlamenterê Stenbolê Erdal Aktaş û Parlamentera Bidlîsê Mizgîn Îrgat de dozên nû vekirin û dozgeriyê îdîa kir ku, parlamenteran di axaftinên xwe de peyvên Kurdistanê û xweseriyê bikar anîne û bi vê yekê yasayên Tirkiyê binpê kirine.

Serdozgerî di çarçoveya dozê de, heta 5 salan cezaya zîndankirinê bo parlamenteran daxwaz dike.