Li Îzmîrê 43 koçberên biyanî hatin girtin

Li gor medyaya Tirkiyê ji koçberan 32 kes welatiyên Sûriyê ne û yên din jî yên welatên Afrîkayê ne.

K24-Navenda Nûçeyan

Nêzîkî peravên navçeya Çeşme ya Îzmîrê 43 koçberên biyanî hatin desteserkirin ku dixwestin bi belemê derbasî Yunanistanê bibin.

Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê, îro berdestê sibê, di nav belemeke lastîkî de 43 penaberên ku xwestin derbasî giravên Yunanistanê bibin, desteser kirin.

Li gor medyaya Tirkiyê ji koçberan 32 kes welatiyên Sûriyê ne û yên din jî yên welatên Afrîkayê ne.

Beriya çend rojan Serokomarê Tirikyê Receb Tayîb Erdogan dabû xuyakirin, ewê pêşiya koçberên ku li Tirkiyê ne vekin û bihêlin ku derbasî Ewropayê bibin.