NY: 16e hezar kes ji Helebê koçber bûne
K24-Navenda Nûçeyan
Neteweyên Yekbûyî ragehand ku, di hefteyekê de 16e hezar kes ji Helebê koçber bûne û daxwaz ji aliyên kirîzê li wî welatî de kir ku, toparanê rawestînin û rê bidin alîkariyên mirovî derbas bibin.
Derbarê vê yekê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stivan Dogarik di daxuyaiyekê de ragehand ku, ji meha Tîrmeha borî de alîkarî derbasî taxên rojhelatê Helebê nebûne û pêdiviyên xwarinê li cem wan bi dawî bûne.
NY da zanîn ku, di heyama heftiyekê de ji encama şerûpevçûnan 16e hezar kes ji taxên rojhelatê Helebê koçberî navçeyên rejîma Sûriyê û taxên Kurdan bûne.
Ji aliyeke din ve Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan tekez kir ku, çekdarên Opozîsyona Sûriyê beşê bakur ji taxên rojhelatê Helebê ji dest daye.