Bahçelî: Bila Tirkiyê hemû hêviyên xwe ji Yekîtiya Ewropayê qutbike

Di vê qonaxê de, ji bilî "yan mirin yan serkeftin" tu diruşma wan nîne.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest ya Tirkiyê Dewlet Bahçelî dibêje ku, divê Tirkiye demek zûtir cezaya darvekirinê bîne û hemû hêviyên xwe ji Yekîtiya Ewropayê qut bike.

Derbarê vê babetê Serokê Partiya Tevgera Neteweperest ya Tirkiyê Dewlet Bahçelî îro, li Parlamentoya Tirkiyê, di cîvina koma partiya xwe de da xuyakirin, ew ne mihtacê Yekîtiya Ewropayê ne, ne jî meraqdarê Şanghayê ne û heta dawî dibêjin yekîtiya Turkan.

Destnîşan kir ku, bo parastina Tirkiye hemû hêzên xwe seferber kirine û di vê qonaxê de, ji bilî "yan mirin yan serkeftin" tu diruşma wan nîne.

Bahçelî got ku, Heşda Şe'bî bi hevpeymaniya PKK'ê gihîştiye ber deriyên Teleferê û Çiyayê Şengalê jî dibe Qendîlek nû û divê Tirkiye di warê dagirkirina Babê de bibiryar be ku derbeya herî mezin bo PKK ev e.

Herwiha got, divê Parlamentoya Tirkiyê hember biryara Parlamentoya Ewropa bêdeng nemîne gavek zûtir biryara darvekirinê ji parlamentoyê derbas bike ku û pêwendiyên endamtiyê rawestîne.