Fîlmê “Radyoya Kobanê” xelata baştirîn fîlm bidest xist

Filmê “Radyoya Kobanê” herwiha “Ti cihek nîne ji bo xweveşartinê” karîn xelatên Festîvala Documentary ya Amsterdamê ya naskirî bi “Idfa” ya îsal bidest bixin ku hin derhênerên Kurd amade kirine.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Filmê “Radyoya Kobanê” herwiha “Ti cihek ji bo xweveşartinê nîne” karîn xelatên Festîvala Documentary ya Amsterdamê ya naskirî bi “Idfa” ya îsal bidest bixin ku hin derhênerên Kurd amade kirine.

Naveroka sereke ya pIranya fîlmên Documentary yên Festîvala Idfa ya îsla tundi ya çekdarên DAIŞê li Rojhilata Navîn bûn. Mînak jî fîlmê "Geranewe"

Çêroka şîlana perestar ku ji Siûdiyê vedgere welatê xwe Kurdistanê ji bo ku xwebexş alîkariya koçberên Êzidî bike.

Flîm ji derhênana derhênerê Kurd Zehawî Sincawî ye. Geranewe, anku vegeryan bi çêrok, derd û azarên Kurdên Êzidî, ti xelat bidest nexist, lê eleqeyek mezin ji aliyê amadebûyan ve dît.

Fîlîmê “Radyoya Kobanê”  ji derhênana derhênerê Kurd Rêber Doskî ye, ku rûniştvanê Holanda ye. Çîroka vegeryana xelkê Kobanê bo bajarê wêran pêşkêş dike.

Di festîvalê da, Radyoya Kobanê karî xelatê baştirîn documentary bidest bixe.

Fîlmê "Ti cih bo xweveşartinê nîne" derbarê Nûrî Şerîf ê perestar digel êrîşa çekdarên DAIŞ bo ser bajarê wî Celewla digel malbata xwe aware dibe. Fîlm ji derhênana derhênerê Kurd Zerdeşt Ehmed e ku, rûniştvanê Nerojê ye û flîmê wî jî yek bû ji baştirîn fîlman.

Îsal derhênerên Kurd  karîn li pêşiya derhênerên cîhanê bûn, ku fîlmên documentary pêşkêş kirin.