Barzanî û Biden qonaxên operesyona Mûsilê gotûbêj kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Di pêwendiyeke telefonî de îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden rewşa nû ya navçeyê û qonaxên operesyona rizgarkirina Mûsilê gotûbêjkirin.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, li vê peywendiya telefoniyê da Cîgirê Serokê Amerîka pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî û malbatên wan hemû Pêşmergeyan kir ku li şerê terorîstên Da'îş da canê xwe gorî kirine û şehîd bûne. Her wiha ji bo wan serkeftinên li beranber terorîstan da bi dest ve anîne, pîrozbahî û destxweşiyê li hêzên Pêşmerge kir.
Li beşekî dinê vê pêwendiyê de her du alî hevkarî û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê bi başî wesif kirin ku destkeft û serkeftineke ber bi çav bi dest ve anîne û bi pêwîst zanîn ew hemahengî berdewam bibê û Cîgirê Serokê Amerîka piştgîriya welatê xwe ji bo wê hemahengiyê dûpat kir.
Her li vê peywendiyê de Serok Barzanî spasî Amerîka kir ku palpiştê hêzên Pêşmerge û hemahengiya li gel hêzên Iraqê de bûye.