Xaça Sor:20 hezar sivîl ji Helebê revîne

Berî niha jî Rêveberê Karûbarên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî ragehandibû ku, 16e hezar sivîl ji taxên rojhelatê Helebê reviyan e.

K24-Navenda Nûçeyan

Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor ragehand ku, di 72 seatên borî de 20 hezar welatiyên sivîl ji taxên rojheletê Helebê li bakurê Sûriyê reviyane.

Derbarê vê yekê Berdevka Xaça Sor a Navdewletî ku, navenda wê li Cenevê ye Krista Armstrong ji ajansa Frans Press re ragehand ku, ew hejmara welatiyan texmînin û sivîl li hemû aliyan ve ji şer direvin û li navçeyên aram digerin.

Berî niha jî Rêveberê Karûbarên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî ragehandibû ku, 16e hezar sivîl ji taxên rojhelatê Helebê reviyan e û ber bi navçeyên rejîma Sûriyê û taxên di bin kontirola Kurdan de diçin.