Di Festîvala Gerok a Fêlman de Fîlma "Baskên Bavê Min"

Kesên ku bixwazin dikarin fîlm bi zimanê Kurdî, Tirkî û Înglîzî temaşe bikin
kurdistan24.net

K24-Enqere

Li Tirkiyê 22. Festîvala Gerok ya Fîlman di bin siya Rewşa Awarte de destpêkir. Di festîvala îsal de bala welatiyan, herî zêde fîlmên ku kêşeyên civakî radixe ber bi çavan dikşîne. Yek ji wan fîlmên ku herî zêde tê meraqkirin û herî zêde xelat sitandine fîlmê bi navê "Baskên Bavê Min"ê. Ev fîlm li Enqerê hate pêşkeşkirin.

Fîlmê ku wê di 2yê berfanbarê de biketa pêşbirkê, li Enqera paytexta Tirkiyê di çarçoveya 22emîn Festîvala Gerok a Fêlman de, bi beşdarbûna derhênerê filmê Kivanç Sezer ve hate pêşkeşkirin.

Fîlmê "Baskên Bavê Min" kêşeya Kurdên ku ji bo kar diçin bajarên rojavayê Tirkiyê û bi neçarî di bînasaziyan de bi awayekî bê ewle dixebitin û canê xwe ji dest didin, radixe ber çavê temaşevanan û bi vê yekê balê dikişîne ser kêşeyên xebatkarên bînasaziyê. Bi bîr û boçuna serokê organizasyona festîvalê Ahmet Boyacioglu; fîlmê "Baskên Bavê Min", kêşeya xebatkaran bi awayekî berfireh û rasteqîn radixe ber çavan û ji ber vê yekê hewceye bê temaşekirin.

Serokê Festîvalê Ahmet Boyacioglu wiha got:"Di heyamên rewşên nebaş de fîlmên ku rastiyan radixin ber çavan, eleqeyên mezin dibînin. Fîlmê "Baskên Bavê Min", kêşeyên di nevbeyna karker û kardêr de bi awayekî serkeftî pêşkeş dike. Hewceye ku fîlmên bi vî rengî zêde bibin. Mixabin ev 30 sal e li Tirkiyê fîlmên wisa nayên çêkirin êdî kes newêre rastiyan raberî temaşevanan bike."

Fîlmê "Baskên Bavê Min" di 53yemîn Festîvala Navneteweyî ya Antalyayê de jî di serî de di kategoriyên "fîlmê herî baş", "lîstikvanê herî baş" û "stranên herî baş" de bi giştî şeş xelat sitandin. Di 23yemîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlman ya Edeneyê de jî di heft kategoriyan de xelat sitand û wek fîlmê herî baş hate hilbijartin. Digel van xelatan fîlmê, "xelata temaşevanan" jî hilgirt. Derhênerê fîlmê Kivanç Sezer serkeftina xwe ji Kurdistan24ê re parve kir.

Derhênerê Fîlmê "Baskên Bavê Min" Kivanç Sezer wiha axifî :"Îro li Tirkiyê rêyên siyasetê û rêyên çapemeniyê hatine girtin. Me jî bi sînemayê û bi hûnerê dengê xwe gihande temaşevanên xwe. Îro ev avahiyên ku em tê de rûdinin li ser xwîna karkeran ava bûye, me jî xwest balê bikşînin ser vê yekê û em bi ser ketin. Ji bo min serkeftina herî mezin ew bû ku ez bigihîjim temaşevanan. Min ev yek jî kir."

Temaşevanên fîlm, amaje kirin ku niha li Tirkiyê mirina karker û xebatkaran kêşeya herî mezin e û di vê rewşê de fîlmên wisa, hêjayê dîtinê ne.

"Ji Somayê bigrin heta Şîrwanê bi sedan karker û xebatkar ji ber bê ewlehî û xemsariyê canê xwe ji dest dane û qurbaniyên ji ewlehiyê bêpar her diçe zêde dibin. Ev fîlm wê trajediya xebatkaran radixe ber çavan."

Fîlmê ku kêşeya xebatkarên înşeatê raberî temaşevanan dike, ji aliyê welatiyan ve elekeyekê mezin dîbîne û heta niha di festîvalên navneteweyî de 13 xelat sitandine. Kesên ku bixwazin dikarin fîlm bi zimanê Kurdî, Tirkî û Înglîzî temaşe bikin.