Xelkê Şingalê daxwaza xizmetguzariyê dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî salekê ji rizgarbûna Şingalê ji aliyê hêza Pêşmerge û bi serpereştiya rasterast ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, zêdetir ji 300 malbatên wî bajarokî vegeriyane malên xwe, lê gelek kêmasî di warê xizmetguzariyê de hene. Ew malbat daxwaza xizmetguzariyan dikin, da ku malbatên din jî karibin vegerin.