Abdullah Gûl partiyeke nû dadimezirîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gor Akît TVyê Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gûl partiyeke nû dadimezirîne.
Akît TV ku nêzikê hikûmeta AK-Partiyê ye nûçeyeke xwe de ragihand, Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gûl digel pêşeng û damezirînerên AK-Partiyê yên wekî Ahmet Davutoglu, Beşîr Atalay, Bûlent Arinç, Mehmet Şîmşek û Mehmet Alî Şahîn partiyek nû dadimezrîne.
Herwiha Akît TV dide zanîn ku, Abdullah Gûl li Ûrdinê derbarê damezirandina partiyeke nû de digel Serokwezîrê berê yê Birîtanyayê Tony Bilaîr civiya ye.