Li Wanê xwenîşandan hatin qedexe kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê xwenîşandan û kombûn hatin qedexe kirin.
Parêzgeriya Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, li bajêr her cûre çalakî, kombûn, xwenîşandan û civînên çapemeniyê hatine qedexekirin. Qedexe ji 1ê Kanûna Pêşîn destpê dike û heta 30 rojan berdewam dike.
Li bajarê Wanê berî niha jî gelek caran xwenîşandan ji aliyê parêzgeriyê ve hatibû qedexe kirin.