Amerîka pesna Pêşmerge dide

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Toner ragihand, Amerîka bi girîngî li qubanîdana Kurd di şerê DAIŞê de dinêre, hêza Pêşmerge û hêzên Kurdî yên din li Sûriyê hêştin ku cihê Kurd di cîhanê de bihêz bibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Toner ragihand, Amerîka bi girîngî li qubanîdana Kurd di şerê DAIŞê de dinêre, hêza Pêşmerge û hêzên Kurdî yên din li Sûriyê hêştin ku cihê Kurd di cîhanê de bihêz bibe.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Toner ji K24ê re ragihand û got: “Her wekî me dîtiye, ku çawa Kurd li Iraq û Sûriyê şer dikin, xwe nîşan dan ku hêzekî karîger in li hember DAIŞê û karîn gelek navçe ji destê DAIŞê rizgar bikin. Herwiha Kurd li Iraq û Sûriyê qurbaniyên mezin bo wê armancê jî dane.”

Toner derbarê pêwendiyên di navbera Amerîka û Kurd de got: “Kurd û Amerîka herdem hevpeyman bû, lê piştî şerê DAIŞê nêzîktir bûne.”

Toner got jî: “Her wekî dizanin çendîn grûpên cuda yên Kurd li Iraq û Sûriyê hene, me her tim tekez kiriye ku YPG hêzeke karîger bûye, bo nehêştina gefên DAIŞê li bakurê Sûriyê û bi aşkere jî bi çavekî cuda li PKK û YPGê dinêrin, ev yek jî Tirkiye nîgeran kiriye û berdewam di hewldanan de ne bo guftûgokirina wê nîgeraniyê.”

Herwiha Toner got: “Derbarê Iraqê de, roleke Pêşmerge ya berçav di şerê DAIŞê de hebûye. Amerîka jî pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bihêz kiriye, ew pêwendî jî her berve bihêzbûnê ve diçin.”

Ligel guhartina îdareya Koşka Spî, niha Kurd çaverêyî wê yekê ne, ku bizanin serokê Amerîka yê hilbijartî Donald Trump wek îdareya Obama pêwendiyên xwe bihêz dike, yan guhartin di îdareya nû de çê dibin.

Mark Toner amaje bi wê yekê kir, Amerîka bi girîngî li rola Kurd di şerê DAIŞê de dinêre. Toner aşkere kir jî, şerkirin li dijî wî dijminê hevbeş, hêşt ku Washington û Kurd bibin hevpeymanên stratîjî li navçê.