Lavrov: Operesyonên me li Helebê berdewam in

Wezîrê Derve yê Rûsyê dibêje oprasyonên wan li rojhilatê Helebê wê berdewam bin û dê teroristan li Helebê jinav bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyê dibêje oprasyonên wan li rojhilatê Helebê wê berdewam bin û dê teroristan li Helebê jinav bibin.

Wezîrê Derve yê Rûsyê Sergey Lavrov digel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu konferanseke rojnemevanî li Alanyaya Tirkiyê lidar xistin, lavrov got ku bi Tirkiyê re derbarê krîza li Sûriyê de rêkeftine û helwesta wan yek e.

Lavrov got jî, ewê  bi her awayekî kar bikin ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê û oprasyonên wan li rojhilatê heleb dê berdewam bin.

Ji aliyê xwe ve Çawûşoglu got, ku helwesta wan derbarê Serokê Sûriyê Beşar Esed de zelal e, lê ew digel Rûsyê de ne derbarê rawestandina şer.

Çawûşglu got jî, pêdviya Sûriyê bi aştiyê heye û ewê kar bikin ji bo gihandin bi çareyeke siyasî.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, piştî krîza xistina firokeya Rûsî bo yekem carê serdana Tirkiyê dike.