4 koçber ji ber sermê mirin

Li gor raportên rojnamevanî 4 koçberên parêzgeha Neynewayê li kampên derdora bajarê Mûsilê ji ber sermê canê xwe jidest didin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor raportên rojnamevanî 4 koçberên parêzgeha Neynewayê li kampên derdora bajarê Mûsilê ji ber sermê canê xwe jidest didin.

Zanyarî amaje dikin, ji du rojên borî ve ji ber sermê û nebûna amîreyên germkirinê û xirabûna konên ku ji aliyê rêxistinên ser bi NY û hikûmeta Iraqê ve li koçberan hatine belavkirin, 4 koçber canê xwe jidest dane, 2 ji wan zarok in.

Di wê derbarê de Rêvebirê Rêxistina Maf ya Iraqî Omer Elî ku pêwendîdar e bi karûbarê koçberan hişyarî da, ku ji ber sermê û nizmbûna pileyên germê tê pêşbînîkirin ku hejmara gurbaniyan zêde bibe.

Di heman demê de Elî diyar kir, karê hikûmeta Iraqê li hember koçberan xirab e. Herwiha NY dibe qurbaniya gendeliya karmendên xwe yên Iraqî, ku pêwîstiyên koçberan tenê ji Iraqê dabîn dikin, bêyî ku ji welatên cîran bixwazin, li gor gotina wî, ew jî bo berjewendiyên wan yên kesayetî ye.