Amadekirina kongreyeke opozîsyonê li Şamê tê kirin

Li ser vexwendinekê ji aliyê Desteya Hevrêziya Niştîmanî ve. 10 aliyên siyasî ji opozîsyona Sûriyê hewl didin ku, kongreyekî berfereh ji bo hêzên opozîsyonê lidar bixin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Li ser vexwendinekê ji aliyê Desteya Hevrêziya Niştîmanî ve. 10 aliyên siyasî ji opozîsyona Sûriyê hewl didin ku, kongreyekî berfereh ji bo hêzên opozîsyonê lidar bixin.

Endamên Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (HNKS) didin zanîn ku, ewê beşdariyê di  bizava pêkanîna bereyeke yekgirtî ji bo hêzên opozîsyonê bikin, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên gelê Kurd bike.

Desteya Hevrêziyê bi jvane ku kongreya “Opozîsyona Niştîmanî” dûrî destêwerdanên ji derve û Şamê bête lidarxistin. lê ta niha hikûmeta Sûriyê erêkirina xwe derbarê vê yekê aşkere  nekiriye.

Serkirdeyên TEV-DEMê jî tekez dikin ku, rêjîma Sûriyê qet rê nade aliyên   opozîsyonê ku li şamê bicivin, nemaze heger daxwazên wan di astekeke bilind û zehmet de bibin. Bilî vê yekê pêngavek hevawe pêdevî bi çavdêriyeke navnetewî heye.

Di demkê de ku hin aliyên opozîsyonê amaje dikin ku, ji ber destêwerdanên herêmî û navdeletî kongreya Cenêvê nikare çareyekê ji şerê Sûriyê re bibîne, loma divê opozîsyon hewl bide, ku ji hundir ve destpêşxeriyeke niştîmanî berhev bike.

Berovajî vê yekê hin alî di wê baweriyê de ne ku, niha Rûsiya bizava wê yekê dike ku eniyeke siyasî ya nû li gor pîvanên xwe ava bike, da ku dest bi diyalogê digel rêjima Sûriyê bike.