AK-Partî û MHP lihev kirin

Xala herî girîng ya AK-Partî û MHP lihevkiriye ew e ku, Serokomar Erdogan piştî gûhertina yasaya bingehîn dikare digel AK-Partiyê pêwendî deyne.

K24-Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya danûstandinên gûhertina yasaya bingehîn de AK-Partî û MHP lihev kirin.

Îro Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim û Serokê Partiya Tevgera Neteweperest MHPyê Devlet Bahçelî li ser gûhertina yasaya bingehîn careke din civiyan.

Yildirim û Bahçelî piştî civînê daxûyaniya çapemeniyê dan û rêkeftina xwe ragihandin. Yildirim got ku, pêşniyarnameya gûhertina yasaya bingehîn dê hefteya bê li parlementoyê were dengdayînê.

Da zanîn ku,  eger parlemento bipejirîne dê nav 60 rojan de referandrûma gûhertina yasaya bingehîn pêk were.

Xala herî girîng ya AK-Partî û MHP lihevkiriye ew e ku, Serokomar Erdogan piştî gûhertina yasaya bingehîn dikare digel AK-Partiyê pêwendî deyne.