Tora Sûrî a Mafê Mirovan:Meha borî hezar û 402 kes li Sûriyê hatine kuştin

Li gor raporî rêjeya jin û zarokan ji qurbaniya 48 ji sedî ye.

K24-Navenda Nûçeyan

Tora Sûrî ya Mafê Mirovan raporek derbarê qurbaniyê şerûpevçûnan li Sûriyê di meha Çileya Pêşîn belav kir.

Li gor rapora Tora Sûrî ya Mafê Mirovan ragehandî ku, di meha Çireya Pêşîn de a borî hejmara qurbaniyên şerûpevçûnan li Sûriyê giheşte hezar û 402 kuştî, ji wan 741 kes ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatin kuştin di nav wan de 201 zarok hebûn, herwiha 48 kes li zinadên rejîmê dibin êşkenceyê de hatin kuştin.

Li gor raporî rêjeya jin û zarokan ji qurbaniya 48 ji sedî ye, ev yeke jî li gor wê rêxistina nîşan dide ku, bi awayeke pilankirî ji aliyê rejîmê ve dihatin armanckirin.

Ji aliyeke din raporê aşkere kir ku, 358 kes ji aliyên Hêzên Rûsî ve hatine kuştin û 17e kes jî ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ve, herwiha 70 kes ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin û 104 kes jî ji aliyê grûpên çekdar.

Herwiha raporê da zanîn ku, Hêzên Hevpeyamniya Navdewletî jî 69 kes kuştine, ew jî ji encama operasyonên wê yên esmanî.

Di dawîya raporê de rêxistina navborî daxwaz ji aliyên navdewletî kir ku, kuştina li Sûriyê bi dawî were .