Şirovekarên leşkerî:Sedemên biserketina rejîmê li Helebê aşkere dikin

Di şerê dawîiyê de 700 kes hatin kuştin û 50 hezar kez koçberbûn.
kurdistan24.net

 

K24-Navenda Nûçeyan

Li parêzgeha Helebê şereke giran pêk tê û artêşa rêjîma Sûriyê gelek tax û xalên sereke xistin bin kontrola xwe.

Hin şîrovekarên leşkerî tekez dikin ku sedemên Serkeftinên leşkerî ji alî artêşa rêjîma Sûriyê ve,lawaziya hêzên opozosyonê li deverê li gel bêdengiyeke Amerîkayê, herwiha piştevaniya Rûsiyê ji artêşa rêjîma Sûriyê  re.

Li gorî hin çavdêran bajarê Helebê bajarê herî giring û stratîjiye ji aliyê leşkerî û abûrî ji opozosyonê û rêjîma Sûriyê re, ji ber vê yekê jî firokeyên Rûsiyê û hevalbendên wê piştevaniya artêşa Sûriyê dikin ku parêzgeha Helebê bi temamî têkeve bin kontrola wê.

Li gorî hin saziyên mafên mirovan, di encama êrîşên dawî yê de li ser taxên helebê700 kesan canê xwe ji dest dane,herweha nêzî 50 hezar sivîl jî koçber bûne.