Hevşaredarên Qosera Mêrdînê hatin girtin
K24-Navenda Nûçeyan
Hevşaredarên Qosera Mêrdînê Leyla Salman û Îsmaîl Asî hatin girtin.
Hevşaredarên Qoserê Leyla Salman û Îsmaîl Asî ku 25'ê meha bihurî de hatibûn binçavkirin, îro derketin pêşberî dadgehê.
Bi tometa Endamtiya PKK'ê Salman û Asî tevî 3 kesan hatin girtin.
3 kes jî bi mercê kontrola edlî serbest hatin berdan.