Zarokên Helebê nameyan bo cîhanê re dişînin
K24-Navenda Nûçeyan
Hejmarek ji zarokên Helebê nameyan ji cîhanê re dişînin û daxwaza rawestandina şer dikin.
Zarokên Helebî ji nav taxên dorpêçkirî bi xeta destê xwe hejmarek name ji cîhanê re nivîsandin û wêneyên wan nameyan li ser torên civakî hatin belavkirin.
Wan zarokan di nameyên xwe de rewşa dijwar û karesata mirovî ya ku têde dijîn anîn ziman.
Zarokek Helebî bi navê Ayla di nameya xwe de wiha dibêje:Her şev ez bi tirs li ser dengê firokeyên Rûsî ji xew vediciniqim, ez dixwazim bi aramî bijîm û li xwendingeha xwe vegerim.
Zarokekî din jî di nameya xwe de dibêje:Ez ji Helebê hez dikim û ez jê dernakevim, ez bi destê xwe yê çepê dinîvisînim, ji ber ku destê min yê rastê birîn bûye.