Li Bakur aborî û bazirganî di metirsiyê de ye

Bazirgan ji hikûmetê dixwazin ku di demek zû de pakêtên aboriyê ragihîne da ku esnaf karibin wek berê kar û barên xwe bikin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê ji ber têkçûna prosesa çareseriyê, ji nû ve destpêkirina şer û hebûna Rewşa Awarte, aborî û bazirganiyê dixe nava metirsiyê û karsaz û bazirgan bi gelek keşeyan ve rû bi rû dimînin. Li Elihê di nava salekê de 300 bazirgan dikanê xwe girtin. 

Li gorî daneyên Odeya Yekîtiya Hunermend û Bazîrganên Elihê, di nava salekê de 300 bazirgan ji ber kêşeyên aborî ve macbûr mane ku dikanên xwe bigrin û bê kar mane. Sedema wan keşeyên aborî jî têkçûna prosesa çareseriya demokratîk, destpêkirina şer û rewşa awarte ya li ser bakurê Kurdistan û Tirkiyê tê nîşandayîn. Bazirganên ku bi rojan nikarin hilberînên xwe bifiroşin, nikarin kirêya xwe peyda bikin û ji mecbûrî deriyê dikanên xwe digrin. Serokê Odeya Yekîtiya Hunermend û Bazîrganên Elihê Talat Kara ragihand ku dive di demeke nêzîk de li wê maseya çareseriyê bê vegerîn, dema ev rewşa şer û pevçûnan bi vî awayî berdewam bike wê aboriya bajêr hê xerabtir bibe.

Serokê Odeya Yekîtiya Hunermend û Bazîrganên Elihê Talat Kara wiha got:"Ev serê salekê kar û berê bazirganên me ne baş e û niha rewşa heyî jî ber bi başiyê ve naçe. Li belê hêviya me ew ku berî her tiştî li warê me, li welatê me aşîtiyeke bi rûmet, bi delalî pêk bê. Eger ev çêbibe em bawerin wê karê bazirganên me jî ber bi başbûnê ve biçe."

Bazirganên Êlihê jî ji ber nebaşbûna karê xwe bi fikarin û hêviya wan tenê ew e ku li bakurê Kurdistanê rewşeke asayî û aramî bê pêkanîn.

Bazirgan Yilmaz Kişmir wiha axifî:"Niha karê me nebaş e. Ev 6-7 mehin dahata karê me zef ketiye. Em hêvî dikin ku ji niha û pê ve karê me ber bi başbûnê ve biçe. Ji ber ku li herêmê rewşeke aramî tune, karê me jî nebaş e."

"Ji xwe karên me ketî ne. Bazrigan ji ber rewşa niha ne bextewarin. Ji ber ku dorhêla herêmê şer e û operasyon in. Divê aştî bê. Gel ditirse û naxwaze pereyên xwe xerç bike. Wekî din nirxê dolar û ewro jî bilind dibe."

Ji ber vê rewşa zehmet ya esnafên Êlihê, karbidest niha ne karin mûçeyên xebatkarên xwe bidin ne jî sîgorteya wan ya civakî çekin. Herwiha li gorî daxuyaniya Yekîtiya Jûreyên Hûnermend û Esnafên Êlihê gelek esnaf niha ji ber ku nikarin krêdiyên xwe yên bankayan bidin bi ser wan de îcra hatiye destpêkirin. Bazirgan ji hikûmetê dixwazin ku di demek zû de pakêtên aboriyê ragihîne da ku esnaf karibin wek berê kar û barên xwe bikin.